Dêrsim bi erdnîgariya xwe ya pîroz û dewlemend mirovan heyran dihêle

Bajarê Dêrsimê ku bi mekanên xwe yên pîroz û xwezaya xwe yek ji navendê baweriya Elewiyên Kurd e; bi bedewiya xwe di her demsalê de xwedî rengên cuda û dewlemend e.

Dêrsim- Erdnîgariya Dêrsimê ya ji aliyê gel ve pîroz tê dîtin û parastin, her çar demsal, bi bedewiya xwe mirovan heyran dihêle. Bajar, bi hebûna xwe ya çiyayî û geliyên xwe, bi salan e li dijî projeyên HES’ê û madenan li ber xwe dide, pergala wê ya ekolojîk jî bi qedexekirina nêçîrvaniyê her diçe dewlemend dibe. Bajarê ku xwedî gelek cureyên kulîlk û giyayan e, bi Çemê Munzûrê yê di nav de diherike jî xwedî efsûneke bêdawî ye. Li bajarê ku bi mekanên xwe yên pîroz, navenda baweriya Elewî ye; gel li dijî bişavtina çandî bi wan mekanan û bi zimanê xwe yê dayikê li ber xwe dide.

Pezkûvî pîroz tên dîtin

Pezkûviyên ku li bajar bi navê “Ajalên Xizir” tên nasîn jî ji bo avê vexwin, bi awayê komî tên kenarê Çemê Mûnzurê. Xezalên çiyayan û pezkûviyên ku nêçîra wan qedexe ye, kesên wan dibînin heyranê xwe dihêlin, li gorî baweriya Kurdên Elewî pîroz in. Li vê erdnîgariya ku di bin gefan de ye, daxwaza gel tenê ew e ku xwezaya wê ya dewlemend were parastin.